ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Îtileatê yê Îranê: Derketina Trump ji rêketinnama navokî em matmayî nekirin

Wezîrê Îtileatê yê Îranê got: Derketina Trump ji rêketinnama navokî, Saziya Îtileata Îranê matmayî nekir û me ev bêsoziya Emerîkayê, pêştir ji berpirsên welêt re raghandibû.

 Li gorî rapora IRIB NEWS`ê, Seyîd Mehmûd Elewî, Wezîrê Îtileatê yê Îranê got: Derketina Emerîkayê ji rêketinnama navokî, tu bandorekê ser viyana  gelê Îranê di warê bidestxistina armancên inqilaba Îslamî de nake.

Wezîrê Îtileatê yê Îranê destnîşan kir: Îrana Îslamî pêştir jî ji  tengasiyan derbas bûye û vê carê jî bi rênimûniyên  rêberê giranqedr ê inqilabê û viyana xurt, dê vê îmtihanê jî bi serbilindî  derbas bikin.

Trump serokkomarê Amerîkayê roja sêşemê ser wexta vî welatî bi îdiaya vê yekê ku rêketina navokî bê encam e, fermana derketina vî welatî ji nav rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1`ê ku Rêxistina Netewên Yekgirtî ev rêketina îmza kiriye ,derxist.

Başa dön tuşu