ÎranNûçeRojhilatanavin

Duyemîn Konfiransa Ewlehîyê ya Têhranê destpê bû

Duyemîn Konfiransa Ewlehîyê ya Têhranê îro bi amadebûna rayedarên sîyasî û ewlehîyê û lêkolerên ji 49 welatên cîhanê li Têhranê destpê bû.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, hilkolandina “ewlehîya navça rojavaya Asyayê, demajo û pirsgirêkên nû“ û “ pirsgirêkên ewlehîyê yên rojavaya Asyayê“ mêhwera duyemîn Konfiransa Ewelhîyê ya Têhranê ye.

Rola Îranê, akterên navçeyî û derveyî navçê li mijarên ewlehîya rojavaya Asyayê, rola pêşxistina aborîyê li ewlehîya vê deverê, hevkarîyên berevanî û ewlehîyê û rola Bereya Berxwedanê li dabînkirina ewlehîya rojavaya Asyayê ji mijarên din in ku dê li vê konfiransê bên hilkolandin.

Başa dön tuşu