Li Efrînê çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ciwanekî Kurd di eşkenceyê de dikujin.
Navenda Medyayî ya Efrînê belav kir, ciwanê bi navê Mihemed Emîn Hesen ê 23 salî ku ji gundê Kefirsefrê ye, ji berî 6 mehan ve ji aliyê grûpa bi navê El-Hemzat ve hatiye revandin û wê grûpê malbata wî ciwanî agahdar kirine ku Mihemed Emîn Hesen di girtîgehê de canê xwe jidest daye.
Jêder amaje bi wê yekê dikin, Mihemed Emîn Hesen di girtîgeha girûpa El-Hemzat a li gundê Basûtê de hatiye kuştin û duhî malbata wî hatiye agahdarkirin, lê termê Mihemed bo malbata wî nehatiye radestkirin û tê gûmankirin ku ji zû ve hatibe kuştin û veşartin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiye û gûrpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve, ev çendîn car in welatiyên Efrînê di girtîgehên wan grûpan de di eşkenceyê de tên kuştin.