IraqNûçeRojhilatanavin

Ehl El-Heq: Tirkiye nikare rê li ber me bigire

Eshab Ehl El-Heq bi daxuyaniyekê ragihand ku helwesta Tirkiyeyê ya li ser derbasbûna Heşdî Şeibî bo TilEferê dê nebe asteng ji wan re.

Berdevkê Eshab Ehl El-Heqê Cewad El-Tiyabiwî di daxuyaniya xwe ji bo Skypressiqê de wihaa got: “Hişyariya Tirkiyeyê ji bo Serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî ta ku Heşdî Şeibî nekeve Tileferê piştgirî daye dewletên wek Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Erebî û Qeterê yên ku piştgiriyê didin terorê. Em hemû destwerdanên derveyî red dikin.”

Herwiha berdevkî diyar kir ku Heşdî Şeibî li herêmê li hêviya fermanê ye ta ku têkeve bajarî. Mirov gişt dipên ku Tilefer bê rizgarkirin. Destwerdanên derve li Iraqê nayên qebûlkirin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu