NûçeCîhanFilistînRojhilatanavin

Çekdarekî Urdunî gule li dewriyeya dagirkeriyê ya li nêzî sînor reşandin

Radyoya artêşa Îsraîlî ya îşxalker ragihand ku kesekî çekdar ji axa Urdunê hatiye û bêyî ku ti ziyanên canî çêbibin gule li dewriyeya artêşê reşandine.

Li gorî Radyoya Artêşa Dagirker, êrîşkar ji bo xwe bigihîne çepereke artêşa Urdinê ji çemê Urdinê derbas bûye û ji wir jî bêyî ku sînor derbas bike gule li wesayîteke leşkerî ya artêşa dagirker re kiriye û piştre ji cihê bûyerê reviyaye.

Li gorî agahiyan, şeva borî saet 13:00ê piştî nîvro, ji aliyê Urdinê ve gule li dewriyeya leşkerî ya ketîbeyeke ku ji herêmê berpirsyar e, hat teqandin. Hate ragihandin ku hêzên “Îsraîlî” bi qasî 10 guleyan ber bi çavkaniya gulebaranê ve bersivandine û hêzên artêşa dagirker jî ber bi cihê bûyerê ve hatine şandin.

Artêşa dagirker bi daxuyaniyekê ragihand ku dewriyeya wan li nêzî Deriyê Çemê Urdunê bê ku ziyanên canî çêbibin rastî gulebaranê hat û diyar kir ku der barê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.

Başa dön tuşu