ÎranNûçeRojhilatanavin

Bersiva hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî li hember helahelayên amerîkiyan

Rayedarekî agehdar li hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamiya Îranê, li berteka li hember îdiaya Amerîkayê dijî vê hêzê got, pirsgirêka sereke, hebûna nepêwîst a Amerîkayê li navçeya Kendava Farsê ye.

Li gorî rapora Sipah News`ê, rayedarekî agehdar li hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamiya Îranê, roja sêşemiyê bi dû îdiaya rayedarên wezareta berevaniya Amerîkayê li ser viya ku sûberîbara hêza deryayî ya Sipahê Pasdaran li Tengava Hurmizê, helîkopterekî hêza deryayî ya Amerîkayê kiriye armanc, destnîşan kir, pirsgirêka sereke, hebûna nepêwîst û nepirfêşnal a Amerîkayê li navçeya Kendava Farsê ye.

Vî rayedarê agehdar ê li hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamiya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku amerîkî li tevgerên xwe yên propagandayî, bi dû armancên taybet in û herwiha got amerîkî bi reftarên xwe yên neguncav û ne pirfêşnal, hewl didin ku rewşa li navçê, neasayî bidin nîşandan.

Vî rayedarê agehdar li hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamiya Îranê, bal kişand ser hatûçûna sûberîbarên welatên curbicur ên navçê li Kendava Farsê û Tengava Hurmizê û destnîşan kir sûberîbarên curbicur bi berçavgirtina qanûnên navneteweyî, şev û roj bêyî tu pirsgirêkekê li navçê hatûçûnê dikin û eva tenê amerîkî ne ku bi dû pêkanîna helahelayê ne û dixwazin ku bi hegerên nerastîn, pirsgirêkan çê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu