NûçeRojhilatanavinSûriye

Çekdarên Cebhet El Nusrayê derbên giran li peyayên Tirkiyê dan

Tehrîr El-Şam (Cebhet El Nusraya berê) di nav çend rojên borî de kariye zêdetir ji 50 gund û bajarokên Sûriyê ji destê grûpên alîgirên Tirkiyê derxîne û derbên giran li wan bide.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov belav kiriye, Desteya Tehrîr El-Şam duhî êrîşî deverên grûpa bi navê Cebhet Weteniya ya Tehrîr kir û 19 gund û bajarok di navbera her du parêzgehên Idlib û Hemayê de kontrol kir.

Rewangehê daye zanîn, di encama şerê 8 rojên borî yê di navbera Desteya Tehrîr El-Şam û Cebhet Weteniya ya Tehrîr de zêdetir ji 140 çekdaran ji her du aliyan hatine kuştin û Desteya Tehrîr El-Şam zêdetir ji 50 gund û bajarokan kontrol kiriye.

Ji roja 1ê vê mehê ve şer û pevçûn di navbera Desteya Tehrîr El-Şam û grûpên di nava Cebhet Weteniya ya Tehrîr de li navçeyên di navbera Heleb û Idlibê de derket ku ji ber wî şerî grûpa Nûredîn Zenkî têk çû û piştre xwe hilweşand û çekdarên wê ber bi Efrînê ve reviyan.

Başa dön tuşu