IraqNûçeRojhilatanavin

Çekdarên DAIŞê li nêzîkî sînorê êrişî hêzên Iraqî kirin: Herî kêm 6 serbazên Iraqî kuştin

Çekdarên DAIŞê li nêzîkî sînorê êrişî hêzên Iraqî kirin û herî kêm 6 serbazên Iraqî kuştin.

Efserekî artêşa Iraqê bi nave Kerîm Ubeydî ragihandiye, duh li devera Rebîe ya Mûsilê, ku nêzîkî sînorê Sûriyê ye, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kirin.

Wî efserî daye zanîn, di wê êrişê de 6 serbazên Iraqî hatin kuştin û komek serbaz jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên wî efserê Iraqî, di wî şerî de 2 çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin, piştî êrişê çekdarên DAIŞê reviyan.

Başa dön tuşu