IraqNûçeRojhilatanavin

Çekdarên DAIŞê xwe di nava gel de û herwiha dêr mizgeftan de vedişêrin

Li sêgoşeya taxên Zehra, Tehrîr û Qadisiye û herwiha li taxa Mûharîbê ya bajarê Mûsilê, di navbera Artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de şer û pevçûnên giran hene. Artêşa Iraqê ber bi navenda Mûsilê ve pêş dikevin.

Artêşa Iraqê taxên Gogcelî, Semah, Şeyma, Întîsar, Zehra û Tehrîr a rojhilatê bajarê Mûsilê bi temamî rizgar kirine û niha xwe nêzîkî 2 piran kirine ku rojhilat û rojavayê bajêr bi hev ve girê didin.”

Artêşa Iraqê ber bi navend abajêr ve pêşve diçin. Herwiha firokeyên şer jî bê navber pêgehên DAIŞê bombebaran dikin. Niha çekdarên DAIŞê xwe di nava gel de û herwiha dêr mizgeftan de vedişêrin û êrîşê Artêşa Iraqê dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu