ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê Inqilabê li merasima salvegera koça dawîn a Îmam Xumeynî (RE)

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî got: Divê bi sûdwergirtina ji tecruba li ber muzakirên navokî ango isbatbûna pêwîstiya bêbaweriya li Amerîkayê, riya hereket û pêşketina Komara Islamiya Îranê bidomînin.

Hezretê ayetulah uzma Xamineyî rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî ya Îranê îro li nav koma berfire û bicoş a çîn û qatên gelê Îranê li merasima salvegera koça dawîn a Îmam Xumeynî (RE) li tirba paqij a wî hezretî, Îmam Xumeynî kesayetiyekî bawermendê ibadetkirê inqilabî bi nav kir û li ser domandina riya “imamê inqilabî yê mileti“ wek tenha riya pêşketinê û serêxwegirtina armancên Nizam û gelê Îranê sekinî.

Rêberê giranqedir ê Înqilabê bal kişande ser derketina Îranê ji bin kontrola hêzxurt û zilhêzan û mînakbûyîna Nizama Îslamî jibo miletên din û got: Mesela sereke eva ye ku îmamê înqilabî, welat ji gellekî qobiyan ji wan qobiyên hewcedarbûna li biyaniyan û girêdayîbûnê, fesada siyasî, fesada exlaqî, heqareta navnetewî, paşdamayînên li warên zanist, aborî û têknolojiyê rizgar kir û guhertineke mezin li riya hereketa welêt û gel pêk anîn.

Hezretê ayetulah Xamineyî bi sekinîna li ser viya ku Îmam Xumeynî (RE) bera hereketa welêt ber bi armancên mezin ango “serdestiya ola Xwedê“ guhert, got: Serdestiya ola Xwedê, serêxwegirtina dadmendiya civakî ya rastîn, kokbirrkirina hejarî û nezaniyê, kokbirrkirina lawazî û ziyanên civakî, pêşketina zanistî ya welêt, dabînkirina rûmet û nasnama netewî û iqtidara navnetewî û çalakirina potansiyelên welati digire ber xwe.

Wî Inqilaba Islamî sermaya mumtaz û taybet a gel û welêt zanî û tekez kir ku jibo ku Inqilab bigihêje encamê, berdêlên giran hatine dayîn lê, li rex van berdêlana, berjewendiyên zaf jî hebûne.

Rêberê qedirgiran ê Inqilabê bal kişande ser qahîmbûna mewqiya Inqilaba Islamî piştî buhorîna 37 salan û got: Roja îro rewşa gelê Îranê zelaltir û serastir ji berê ye û mirov dikare zêdetir pêşiya berdêlan bigire.

Hezretê ayetulah Xamineyî her wiha aboriya ser bingeha berxwedanê tenha riya serêxwegirtina serxwebûna aborî ragihand û got: Xweşbextane dewletê li gorî rapora ku raber kiriye di sala “ Aboriya Berxwedanê, Pêngavrakirnê“ da pêngavên baş destpê kirine û heke bi vî awayî bidmin, bê guman yê gelê me encamên wê bibînin.

Wî bibîr xist ku li hemî biryaran û hemî karûbaran ji wan li peymanên ligel welatên din, divê aboriya berxwedanê bê berçavgirtin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî li dewama gotinên xwe bal kişande ser alîkariya rasterast a Amerîkayê bo welatê êrişî gelê yemenê dike û pişkdariya wî welatî li kuştina gelê bê guneh û pêkutî kir ku li gorî fêrkariyên Islamê, nabe mirov li hemberî van cinayetana bêdeng bimîne.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, Rêjîma nehs û şûm a Siyonîst jî hevgavê Amerîka û Ingilîzê ji dijminên din ên gelê Îranê zanî û tekez kir ku divê li hemberî dijminan hestyar bin û li hemberî her pêşniyareke wan ji wan yên siyasî û aboriyê hişyar û ser hemdê xwe bin ku heke ev hestyariya hebe, peyreviya ji wan jî pêk nayê ku eva bixwe “ Cihada Kebîr“ e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu