FilistînNûçeRojhilatanavin

Çekdarên Rêjîma Siyonîst ciwanêk Filistînî şehîd kirin

Çekdarên Rêjîma Siyonîst Duşemiyê bi şev ciwanekî filistînî li bakurê Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê bi gulleyê şehîd kirin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Ebdullah Tevalibe yê 19 salî li nêzikî navendeka ewlehiyê li navçeya El Cumleyê li bajarê Cinînê li bakurê Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê kete ber gulleyê çekdarên siyonîst.

Rêjîma Siyonîst îdia kir ku vî ciwanî dil hebû êrîşî ser vê navenda ewlehiyê bike.

Çekdarên Rêjîma Siyonîst her rojê bi mehneyên cûrbicûr gelê bindest ê Filsitînê şehîd an birîndar dikin û wan digirin.

Başa dön tuşu