EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Çekdarên Taliban êrişî hêzên Efxanistanê kirin

Çekdarên Taliban bi tnakeka bombekirî êrişî hêzên Efxanistanê kirin û gelek serbaz kuştin.

Îro danê sibê xwekujekî Taliban bi tankeka bombekirî êrişî hêzên Efxanistanê yên li eyaleta Meydan Werdek li rojavayê paytext Kabilê kir.

Li gorî agahiyên BBC, di encama wê êrişê de herî kêm 12 serbaz hatine kuştin û 20 serbaz jî birîndar bûne.

Berdevkê waliyê eyaleta Meydan Werdek, Ebdulrehman Mingil jî gotiye, hêzên Efxanistanê 3 çekdarên din yên Taliban ku dixwastin xwe di nav wan de biteqînin, kuştine û otomobîleka din ya bombekirî jî pûç kirine.

Başa dön tuşu