NûçeRojhilatanavinSûriye

Çekdarên terorîstê ASA yê li Efrînê bacê li ser berhemên cotkaran disepînin

Li Efrînî grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, bacê li tirektor û berhemên cotkarên Efrînê disepînin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li navçeya Mabeta gruba Cebhe El-Şamiyê bi hinceta dirustkirina rêyan, baca (zêdetir ji 150 Dolar) bi Lîreya Tirkî li xwediyê her direktorekî sepandiye.

Rewangehê da zanîn, heman grub bac daniye ser berhemên wek pelemêw û kêraz ên cotkarên navçeya Mabeta.

Rewangehê raportek pêştir jî belav kiribû û li gor wê raportê jî grubên çekdar ên li navçeya Raco muxtarên gundan kom kirine û ji wan re gotine, her cotkarekî Kurd dema bixwaze berhemên xwe berhev bike, divê moletê ji wan werbigire.

Başa dön tuşu