Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Çekdarên terorîstîya ASA yê 200 hezar Dolar bo azadkirina Kurdekî dixwazin

Grûpeke çekdar welatiyekî Efrînî revandine û li beramber berdana wî daxwaza 200 hezar Dolarî ji malbata wî dikin.

Çalakvanên Efîrnê belav kirin, grûpeke çekdar a opozîsyona Sûriyê ku di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dike, welatiyê bi navê Ibrahîm Xelîl Ebdo yê ji gundê Bedîna ji 20 rojan ve ji nava zeviyê wî revandiye.

Da zanîn, wê grûpê wêneya Ibrahîm Xelîl Ebdo û ew di bin eşkenceyê de ji malbata wî re şandiye û gef xwarine heger malbata wî 200 hezar Dolar nedin ew ê wî bikujin.

Ev di demekê de ye, berî çend rojan grûpeke din çekdar 3 welatiyên Kurd ên ji navçeya Cindirêsê revandibûn û li hember berdana wan daxwaza 100 hezar Dolar kiribû.

Piştre jî welatiyê bi navê Reşîd Hemîd Xelîl jî di bin eşkenceyê de kuştibû û termê wî avêtibûn nêzîkî gundekî, heta niha jî çarenivîsa her du revandiyên din Şerefedîn Sîdo û kurikê 9 salî Mihemed Xelîl heta niha ne diyar e.

Başa dön tuşu