NûçeRojhilatanavinSûriye

Çekên artêşa Îsraîlê li Golanê hatin dizîn

Artêşa Îsraîlê li xwe mikur hat ku grûpeke nenas miqdareke mezin çek û cebilxane ji baregeheke Golanê ya ku Îsraîlê ji Sûriyê dagîr kiriye, dizîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîm`ê, dezgeha ewlehiya navxwe ya Rejîma Israîlî (Şebek) lêkolînê li ser berpirsên dizîna çek û cebilxane ji baregehekê li Golana di bin dagirkeriya rejîmê de dike.

Ev ne cara yekê ye ku çekên leşkerên siyonîst tên dizîn.

Rojnameya Yediot Aharanot ku yek ji medyayên siyonîst îsraîlî ye, di nûçeya xwe ya roja 24ê Cotmehê de nivîsî, metirsiya herî mezin a îro li pêşiya artêşa Îsraîlê ye, nekarîna derketina derve û dizîna çekan ji baregehên xwe kontrol bike.

Di nûçeya rojnameyê de, wî li xwe mikur hat ku pirsgirêka dizî û firotina çekan ji baregehên artêşa Îsraîlê, jiyana Îsraîlê xistiye metirsiyê.

Di mehên derbasbûyî de gelek caran çekên leşkerên rejîma Îsraîlê li navçeyên cuda yên Filistîna dagirbûyî hatine dizîn ku ev yek bûye cihê nîgeraniya siyonîstan û ji bo wan jî şermezarî ye.

Başa dön tuşu