Rêjîma Sîyonîst piştî biryara serokomarê Amerîkayê ya ragihandina bajarê Qudsê wek paytexta vê rêjîmê, plana avakirina 14 hezar dayreyên niştecihbûnê yên nû ji bo sîyonîstan li vî şarî amade kirîye.
Li gorî rapora nûçehgihanê IRIB NEWS`ê, Yoav Galant wezîrê avahîsazîyê yê Rêjîma Sîyonîst ragihand ku plana çêkirina 14 hezar avahîyên niştecihbûnê li bajarokên sîyonîstnişîn li pişka rojhilatê ya Qudsê û hin deverên rêxê Rojavaya Çemê Urdinê destpê bûye.
Vî wezîrê Rêjîma Sîyonîst herwiha got ku bi dû biryara Donald Trump serokomarê Amerîkayê ya bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Rêjîma Sîyonîst, biryar hat dayîn ku çêkirina avahîyan li hin taxên Qudsê bê zêdekirinê.
Teşkîlata Xweîdarekir a Filistînê jî ev plana wezîrê avahîsazîyê yê Rêjîma Sîyonîst şermezar kir û ragihand ku ew plan yê bibe sedema gêreyê û bitehlûke ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)