Çêkirina matorên birêbira gemiyan, bernama sereke ya wezareta berevaniyê ya Îranê ye
Wezîrê berevanî û piştgiriyê yê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, dîzaynkirin û çêkirina matorên birêbirina gemiyan û binavkiyan ji bernamên sereke yên vê wezaretxanê da zanîn.
Wezîrê berevaniyê yê Îranê, serdar sertîp Huseyn Dihqan roja sêşemiyê li civîna matorên birêbirina gemiyan li Têhranê bal kişand ser vê yekê ku sîstema ajotina gemiyekê ji bernameyên herî sereke yên pêşeyên deryyaî ye û diyar kir: Wezareta berevaniyê, stratejiya bihêzkirina hêza deryayî ya artêşa Îranê û sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî û berhemanîna matorên birêbirina gemiyan wek bernama xwe ya sereke dizane.
Serdar sertîp Dêhqan dîzaynkirin û çêkirina matora benzînî ya deryayî ya Tûsê, weke deskevetek binirx jibo girtina pêşiya derketina diravê derve, pêkanîna kar û şuxil û alîkarî û berfirehkirina pêşeyên neserekî da zanîn.
Wezîrê berevaniyê yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku berfirehkirina xwecîkirina matorên deryayî ji bernamên tê yên wezareta berevaniyê ye û tekez kir: Ji ber hewcetiya Îranê bo van cure matoran dikarin pêngaveke giring jibo çareserkirina hevcetiyên navxweyî rakin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)