IraqNûçeRojhilatanavin

Celadê DAIŞ`ê li Iraqê hate girtin

Mêdyayên xwecî yên Iraqê ragihandin ku celadê Koma terorîst a DAIŞ`ê ser navê Rêdîn Sipî hate kuştin.

Hin mêdyayên xwecî yên Iraqê ragihandine ku celadê dilreq ê Koma terorîst a DAIŞ`ê ketiye davikê.

Ebû Umer, nasyar bi Rêdîn Sipî, yek ji celadên binavbang ên DAIŞ`ê li Iraqê û ji endamên sereke yên li çêkirina fîlmên teblîxatî yên vê koma terorîst bû. Hevgavê hebûna DAIŞ`ê li bajarên Iraqê, bi sedan welatiyên bêsûc ên iraqî bi şûrê wî şehîd bûne.

Mêdyayên ser bi koma terorîst a DAIŞ`ê berî niha bi caran hin wêneyên Rêdîn Sipî dema cihanîna hikmê îdama welatiyên iraqî weşandibûn. Wêneyên curbicur wî li halê serjêkirin yan jî gevirkirina xelkê Iraqê nîşan didin.

Piştî têkçûna DAIŞ`ê li bajarên curbicur ên Iraqê, celadê Rêdîn Sipî karîbû bireve. Mêdyayên xwecî yên Iraqê bi weşandina wêneyekê ji Ebû Umer, ragihandin hêzên dewletî yên Iraqî karîne wî nas bikin û bikujin. Eva li halekê ye ku cihê deqîq ê girtina wî nehatiye ragihandin.

Ebû Umer, celadê herî binavbang ê bajarê Mûsilê bû. Ev dema destpêbûna pêkhatina xelafeta xwebinavkirî ya DAIŞ`ê li Mûsilê, erkdar bû welatiyên iraqî ku qanûnên DAIŞ`ê cih nedianîn, îdam bike û piştî wê wekî çavdêr li îdaman beşdar dibû.

Hejmara iraqiyên ku bi destê wî hatine kuştin, nediyar e. Tevî vê yekê tê gotin ewî bi sedan iraqiyan bi hegerên nediyar îdam kirine.

Başa dön tuşu