ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Tecrîdê rayedarên Emerîkayê hêrs kiriye

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku rewşa nû ya Emerîkayê wek welatekî ku ketiye tecrîdê, rayedarên wê hês kiriye û destnîşan kir: Dewleta Emerîkayê divê fehm bike ku çawa bi gelê Îranê re biaxive ji ber ku îranî li hember rêz û hurmtê bi zimanê hurmet û tekrîmê diaxivin.

 Li gorî rapora sina sêşemiyê ya IRNA`yê, Behram Qasimî bal kişand ser şaştiya stratejîk a rayedarên  Emerîkayê derheq derketina neqanûnî ji hevhatina  navokî û destnîşan kir: Rayedarên  Waşengtonê wer dizanîn ku bi berteka îhsasî û bi kelecan a Îranê li hember derketina  ji rêketina  navokî dikarin li dijî Têhranê li NY û Konseya Ewlehiyê tev bigerin ku ev  sinaryo bi hişyariya Îranê rastî işkestê hat.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê diyar kir: Beşek ji gefên Koşka Sipî li dijî Têhranê ji ber nasnekirina  dewleta  Emerîkayê ji çanda îraniyan e ku tim li hember gefê berxwedan kiriye û bersiva gefê bi gefê dane.

Qasimî li nirxandina gefên Trump li dijî gelê Îranê jî got: Ev cureya axiftinê li cîhana  îro  pûç e meriv nabe bala xwe bide ser.

Qssimî gotinên xwe wiha domandin: Emerîka wer dizane dikare  zexta aborî bîne ser Komara Îslamî ya Îranê û ji vê zext û boykotan qeliştekê li viyan û îradeya gelê Îranê pêk bîne li halekê ku  rabuhuriya îraniyan nîşan dide bîr û hizreke wisa batil e.   Wî her wiah got: Tişta ku Waşengton li bara girtina  pêşiya  firotina nifta Îranê dixe rojevê,  derew e û analîzên  berê jî nîşan dane ku Emerîkaheta bi hebûna  biyarnameyên  Konseya ewlehiyê jî li vê barê bi ser neketiye.

Trump roja duşemiyê wek berteka li hember gotinên  Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê ku destnîşan kiribû,nabe Emerîka bi dêla şêr re bilîze, di twîtera xwe de îdia kir: Ger Emerîka cardinê gefê bixwe, Îran dê şehedê hin dûhatan be ku dîrokê pêştir kêmtir  dîtiye.

Rûhanî roja yekşemiyê li axiftinekê xitabî emerîkiyan û li bersiva vê yekê ku wan gotine, nahêlin  nifta Îranê bê firotin û got: Serokkomarê Emerîkayê bila bizanibe ku Îran ewlehiya  av rêya  navçê di dirêjahiya dîrokê de  misoger kiriye û bila bi dêla şêr re nelîze ji ber ku bersiva Îranê dê wan poşman bike.

Başa dön tuşu