Celîl Qenberzihî serkirdeyê grûpa terorîstî ya Ensar El-Furqan hatin kuştin
Bargeha Qudsê ya hêza bejahiyê ya Sipahê roja duşemiyê ragihand: Meytê Celîl Qenberzihî, terorîstê navneteweyî tev çar kes ji alîkaran niha di destê hêza bejahiyê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî de ne.
Qirargeha Qudsê ya hêza bejahiyê ya Sipahê ragihandiye vî terorîstê tekfîrî ji ber cinayetên berfire li sînorên başûrê rojhilata Îranê, 25 salan di ber şopandina hêzên ewlehiyê yên Îranê bû.
Teqîna li mersima Tasûyaya Huseynî ya Çabuharê, şandina sebebkarên întiharî jibo mizgevtan, êrişa ser kledkarên hêza ewlehiyê û bi dehan cinayetên din ji kiryarên serkirdeyê grûpa terorîstî ay Ensar El-Furqanê bûye.
Li gorî ragihandina qirargeha Qudsê ya hêza bejahiyê ya Sipahê, serkirdeyê grûpa Ensar El-Furqanê ji çavkaniyên aborî yên welatên erebî dihat piştgirîkirin û gelek civîn bi hêzên emerîkî yên bicihbûyî li Efxansitanê jibo derbelêxistina li Îranê hebû.
Hêza bejahiyê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî pênşemiya buhurî jî li bara têkbirina tîmeke terorîstî tekfîrî li navça Qesrqendê ya Sîstan û Belûçistanê agahî dabû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)