ÎranNûçeRojhilatanavin

Celîl Qenberzihî serkirdeyê grûpa terorîstî ya Ensar El-Furqan hatin kuştin

Bargeha Qudsê ya hêza bejahiyê ya Sipahê roja duşemiyê ragihand: Meytê Celîl Qenberzihî, terorîstê navneteweyî tev çar kes ji alîkaran niha di destê hêza bejahiyê ya Sipahê Pasdarên  Inqilaba Îslamî de ne.

Qirargeha Qudsê ya hêza bejahiyê ya Sipahê ragihandiye  vî terorîstê tekfîrî ji ber cinayetên berfire  li sînorên  başûrê rojhilata Îranê, 25 salan di ber şopandina hêzên  ewlehiyê yên Îranê bû.

Teqîna  li mersima  Tasûyaya Huseynî ya Çabuharê, şandina  sebebkarên întiharî jibo mizgevtan, êrişa ser kledkarên  hêza ewlehiyê û bi dehan  cinayetên din ji kiryarên  serkirdeyê grûpa terorîstî ay Ensar El-Furqanê bûye.

Li gorî ragihandina  qirargeha Qudsê ya hêza bejahiyê ya Sipahê, serkirdeyê grûpa  Ensar El-Furqanê ji çavkaniyên  aborî yên welatên  erebî dihat piştgirîkirin û gelek civîn bi hêzên  emerîkî yên  bicihbûyî li Efxansitanê  jibo derbelêxistina  li Îranê hebû.

Hêza  bejahiyê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî pênşemiya buhurî jî li bara  têkbirina  tîmeke terorîstî tekfîrî li navça Qesrqendê ya Sîstan û Belûçistanê agahî dabû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu