IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê du gundên din ê navçeya Geyarayê rizgar kirin

Hêzên Artêşa Iraqê li navçeya Geyarayê 2 gundên din ji destê milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kirin.

Fermandarê Artêşa Iraqê Tehsîn Seîd ragihand ku îro danê sibê Artêşa Iraqe li nêzîkê navçeya Geyara operasyonek li dar xist. Di encama operasyonê de herdu gundên Cîde û Ûcbe û herwiha pira Geyata kontrol kirin û terorîstên DAIŞê dixwazin bi rêya êrişên xwekujî pêşiya pêşveçûna artêşê bigrin.”

Fermandar Tehsîn Seîd di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di dema operasyonê de 2 xwekujan xwe teqandine lê tu ziyanek negihiştiye leşkerên artêşê.”

Duhî saet 8.00an Artêşa Iraqê ji bo kontrolkirina gundên başûrê Geyara dest bi operasyonê kiribû û gundê Îmam kontrol kiribû. Roja 18ê Hezîranê, Artêşa ıraqê dest bi pêvajoya operasyona rizgarkirina navçeyên Geyara û Şergatê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu