Nûnerê rêberê giranqedr ê inqilaba Îslamî li konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê bal kişand ser kiryara Emerîkayê li dijî Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî û teqez kir:Emerîkî ger xetayekî bikin dê paşwextî û aqubeta DAIŞ`ê li benda hêzên eskerî yên vî welatî li navça rojava Asiyayê be.
Seîd Celîlî, nûnerê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê pêncşemiyê êvarê li gotûbêja bi kanala 2 a televîzyona Îranê bal kişand ser vê yekê ku Îran ji gorriyên terorîzmê ye û got: Koma terorîstî ya munafiqan tevî ku zêde ji 17 hezar kes li Îranê teror û şehîd kirine, ji aliyê Emerîkayê ve piştgirî dibe.
Celîlî bal kişand ser cinayetên Emerîkayê li dijî gelê cîhanê destnîşan kir: Bombebarana Hîroşîma, şerxwaziya li Viyetnamê, piştgiriya ji Rejîma Siyonîstî, êrişa ser Iraq û Efxanistanê û pêkanîna DAIŞ`ê mînakên kiryarên terorîstî ya Emerîkayê ye.
Nûnerê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê bal kişand ser siyasetên işkestxwarî yên Emerîkayê li navça rojava Asiyayê û got: Emerîkî li 40 salên buhurî işkestên giran ji Îranê xwarine û loma ji gelê Îranê û ji sipahê pasdaran hêrs bûne.
Celîlî bal kişand ser vê yekê ku Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ehmeqtî kir ku cardinê boykotên li dijî îranî cih anîn û got: Îran wek welatekî ku 15 cîranên xwe hene û tij zirûf û potansiyelên mezin û hêzên însanî yên bi viyan e tu carî asteng nabe.