IraqNûçeRojhilatanavin

Celladekî DAIŞê li Kerkûkê hat girtin

Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, çekdarekî koma terorîst a DAIŞê ku karê wî serjêkirina mirovan bûye, li Kerkûkê hat girtin.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Seid Mehn ji medyaya Iraqê re gotiye, îro li taxa Wasit ya Kerkûkê çekdarekî koma terorîst û tekfîrî ya DAIŞê ji aliyê hêzên polîs û asayişê ve hat girtin.

Wî rayedarê Iraqî daye zanîn, karê wî çekdarê DAIŞê di nav vê rêxistina terorîstî de celladî û serjêkirina mirovan bûye.

Koma terorîst û tekfîrî ya DAIŞ di wê baweriyê de ye yên ku sûcekî giran bikin yan jî “kafir” bin, divê li gorî qanûnên îslamî bên serjêkirin. Ji ber wê jî bi sedan mirov bi destê wê rêxistina terorîstî ve hatin serjêkirin.

Başa dön tuşu