İslami Davet Kurdi Bange İslami

Cemal Mewlûd wekî serokê berwexte Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hate bijartin

Cemal Mewlûd wekî serokê berwexte Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hate bijartin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Li civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê serokê berê û parek ji endamên feraksiyona Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê pişkdar nebûn.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê civiya û di civînê de endamê herî temen mezin li cihê Rêbwar Talebanî ji bo serpereştiya civînên Encûmena Parêzgehê hate diyar kirin.

Cemal Mewlûd endamê fraksiyona YNKê yê Lîsteya Biratiyê ya Kerkûkê ye û hevdem serokê lîjneya darayî ya encûmenê ye.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji 41 endaman pêk tê û Lîsteya Biratî û Bi Hevre Jiyanê ya aliyên Kurdî jî xwediyê 26 endaman e.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version