NûçeRojhilatanavinYemen

Erebistanê dîsa jî agirbes binpê kir

Firokeyên şêrr ên Erebistanê û çeteyên kirêgirtî yên siûdî di sêyemîn roja li pey hev agirbesa li Yemenê binpê kirin.

Li gorî rapora malpera Mesîreyê,, firokeyên şêrr ên siûdî duh anku çarşemiyê, 13`ê nîsana 2016`an, bajarê Nehemê li parêzgeha Senaya paytexta Yemenê dane ber bomban.

Hêêzn destdirêjkir û kirêgirityên siûdî bi mûşekan navçeyên Benî Bariq, Zebûe û gundên Meleh û Holê li bajarê Nehemê dane ber êrîşên xwe.

Kirêgirtiyên siûdî her viha xebitîn ku ber bi bilindiyên Hemrayê li bajarê Nehemê bi pêşda herin, lê artêş û hêzên gelanî yên Yemenê rê li ber pêşketina kirêgirtiyên Erebistanê girtin.

Li parêzgeha Mareba navenda Yemenê jî kirêgirtiyên siûdî êrîşî ser navendên artêşê û komîteyên gelanî li bajarê Serwah, Hîlan, Meşce û yên din kirin.

Agirbesa li Yemenê li navçeyên cûrbicûr ên parêzgehên Cuf, Teêz, Lehec, Beyza, Zalê, Şebwe, Eb, Seide, Zemar, Mehwît, Umran, hedîde û Heceyê jî ji aliyê destdirêjkirê siûdî va hat binpêkirin.

Li gorî gotina berrdevkê tevgera gelanî ya Ensarullaha Yemenê, Mihemed Evdilselam, destdirêjkir û kirêgirtiyên siûdî tu biryara xwe ya ciddî ji bo aştiyê tunînin.

Agirbesa teze li Yemenê berbanga yekşemiya buhurî ji bo dabînkirina pêdiviyên têjildrî gotûbêjên pêşerojê ku biryar e roja 18`ê nîsana 2016`an li Kuwêytê bi rê keve, pêk hatiye.

Tevî derbasbûna salekê ji destdirêjiya destdirêjkirên siûdî li ser Yemenê, ebrxwedana gelê vî welatî li hemberî van êrîşan hema wisa didome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu