İslami Davet Kurdi Bange İslami

Çend navçe li derdora bajarê Heleb a Sûriyê azad bûn

Artêş û hêzên gelanî yên Sûriyê, çend gundên li derdora başûrê rojhilatê bajarê Helebê li bakûrê rojavayê vî welatî azad kirin.

Li gorî rapora kanala Al AlAM`ê, artêş û hêzên gelanî yên Sûriyê piştî pevçûnên giran ên tev grûpa têrorîst a DAIŞ`ê, hin navçe û gundên li rojhilatê bajaroka Xenasirê li derdora başûrê rojhilatê Helebê, girtin destê xwe.

Di encam vê operasiyonê de gellek xisar li endamên DAIŞ`ê ketin û gellek ji wan hatin kuştin û çend bermîlên madeyên teqandinê gellek çek û sileh ji vê grûpa têrorîst hatin istandin.

Artêşa Sûriyê herwiha hin bilindiyên ber bi navçeya Seniye El Hîtê li derdora rojhilatê Helebê azad kirin.

Sûriye eva nêzî 5 salan e ku ji ber hizûra grûpên têrorîst ên çekdar wekî DAIŞ`ê ku ji aliyê welatên rojavayî û welatên hevgirtî yên Amerîkayê li navçê ve, pişta wan tê girtin, tûşî qeyranê hatiye. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Exit mobile version