FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Rêzgurtina bîranîna şehîdên serhildana Filistînê ji aliyê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî

Rêberê giranqedr ê inqilaba Îslamî dema jibo beşdariya li civîna piştgiriya ji întifaza Filistînê gihêşte hola civîna rayedarên welatên Îslamî li Têhranê, rêz li hêmaya şehîdên serhildana Filistînê (Întifaze) girt.

Li gorî rapora IRNA`yê, hezretê ayetullah Xamineyî sibeha sêşemiyê dema gihêşte hola civîna rayedarên welatên Îslamî ji aliyê serokên sê saziyên Îranê (Dadwerî, serokomar û serokparliman) ve hat pêşewazîkirin û piştre bi amadebûna li ciyê hêmaya şehîdên serhildana Filistînê rêz li şehîdên riya azdiya Qudsê girt.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî niha axiftina xwe li şeşmîn civîna piştgiriya ji serhildana Filistînê destpê kiriye.

Li vê civînê serokên sê saziyên sereke yên welêt, wezîrên dewletê, nunerên meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û fermandeyên grûpên cîhadî û berxwedanê beşdar bûne.

Druşmeya şeşmîn civîna navneteweyî ya piştgiriya ji serhildana gelê Filistînê, `Hemî bi hev re jibo piştgiriya ji Filistînê` ye.

Li gorî gotina Kazim Celalî, berdevkê vê civînê li mersima îro zêde ji 80 taxim û 700 mêvanên biyanî bo du rojan dê mêvanê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bib û roja pênşemiyê jî dê civînekê tev rêxistinên sivîl (NGO) û saziyên nedewletî yên alîgirê berxwedana Filistînê li cihê civîna serokan li dar bixin.

Hêjayî gotinê ye ku 5 civîn li salên, 1991, 2001, 2006, 2008 û 2011`an û piştî pejirandina qanûna piştgiriya ji inqilaba Îslamî ya gelê Filistînê li 9`ê Gulana sala 1990`î li Têhranê hatiye lidarxsitin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu