ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê parastina Îranê: Şerê li dijî tevgerên terorîstî hewcedara vîna cîhanî ye

Wezîrê parastinê yê Îranê şerê li dijî tevgerên terorîstî hewcedara vîn û irada cîhanî da zanîn.

Wezîrê parastinê yê Îranê, serdar sertîp pasdar Husêyn Dêhqan roja pêncşemiyê, 14`ê nîsana 2016`an, li merasim,a raberkirina soberîbara (DAK) du hezar tonî bo hêza deryayiya artêşa Komara Islêamî ya Îranê li bendera Enzeliyê li bakûrê Îranê tevî pêgiriya li ser viya ku heta welatên ewropî jî ji ber gefên têrorîstî ewleh ninin, got: Ji bo sekinîna li hemberî tevgerên têrorîst hewcetî bi vîn û irada cîhanî heye û Îrana Islamî wek welatekî pêşeng gişt şiyana xwe ya leşkerî û parastinê sa şerê li dijî tevgerên têrorîst bi kar tîne.

Serdar Dêhqan destnîşan kir: Her welatekî ku bi çavê temakariyê li armancên neteweyî yên Komara islamî ya Îranê binêre, dê tûşî bersiva lezgîn û bi tehlûke bê.

Wezîrê parastinê yê Îranê got: Gel û hêzên çekdar ên Îranê li her dera cîhanê ku hêzên serdestîxwaz bixwazin li dijî gel û tevgerên azadîxwaz rawestin, dê li kêleka wan bimînin.

Wezîrê parastinê yê Îranê bi gotina viya ku Amerîka û Israîl bi şerê cîgirtiyê û biikaranîna hêzên serhişk tevlihevî û nearamiyên berfireh pêk anîne, got: Eger heta duh dewletên serdestîxwaz bi xistina hêzên xwe yên leşkerî nav rewşa seferberiyê ji bo dabînkirina berjewendiyên xwe û Israîla sexte dixebitîn, roja îro ev erka avêtine ser milê hevpeyman û kirêgirtiyên xwe li navçeyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu