IraqNûçeRojhilatanavin

Çeper û baregehên DAIŞ`ê li Til Eferê bi erdê va bûn yek

Firokeyên şêrr ên hêza hewayî ya artêşa Iraqê berêvariya çarşemiyê kargeha bombedanîna erebeyan a koma têrorîst a DAIŞ`ê li bajarê Til Eferê li rojavaya Mûsilê ji nav birin.

Li vê opêrasiyonê 21 DAIŞ`î hatin kuştin û sê erebeyên têrorîstan li başûrê Til Eferê hatin şewitandin.

Ji aliyê din va hêzên gelanî yên Iraqê ser navê El Heşd El Şeibî êrîşa çeteyên DAIŞ`ê li başûrê Til Etebeyê li beşa El Hezera Mûsilê têk birin û 20 kes ji wan kuştin.

Hêzên iraqî her wiha sê erebeyên DAIŞ`ê li nêzikî navçeya El Cehefê li başûrê Til Etebeyê ji nav birin.

Piştî destpêkirina opêrasiyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê gellek ji bajar û gudên vê parêzgehê heta niha ji bin kontrola DAIŞ`ê hatnin derxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu