IraqNûçeRojhilatanavin

Pêgîriya wezîrê karên hundur ê Iraqê li ser sûdwergirtina ji berhemên leşkerî yên Îranê

Wezîrê karên hundur ê Iraqê li şeşemîn dewra nîşangeha navnetewî ya Pêşe û Berhemên Leşkerî û Berevanîyê li bajarê Bexdayê got: Komara Islamî ya Îranê di warê leşkerî da pêşketinên baş hebûne û Irq bibiryar e ku ji destkevt û tecrubeyên Îranê sûdê wergire.

Qasim Erecî wezîrê karên hundur ê Iraqê îro dema seredana odeya pêşe û berhemên leşkerî û berevanîyê ya Îranê li şeşemîn dewra nîşangeha navnetewî ya Pêşeyên Leşkerî û Berevanîyê li Bexdayê li gotûbêja ligel nûçegihanê IRNA`yê ji ber destkevtên girîng ên leşkerî yên Îranê kêfxweşîya xwe nîşan da û got: Dewleta Iraqê bi dû sûdwergirtina ji berhemên leşkerî û berevanîyê yên Îranê ye.

Erecî herwiha got ku wî dema serdana odeya Komara Islamî ya Îranê li nîşangeha leşkerî ya Bexdayê, sîlehên pêşketî dîtine ku pêşketina Îranê li vê pêşeya leşkerî nîşan didin.

Wezîrê karên hundur ê Iraqê bal kişand ser pişkdarîya 80 şîrketên ji 21 welatên dinyayê bilî şîrketên iraqî li vê gerra nîşangeha navnetewî ya Bexdayê û got: Lidarxistina nîşangeheke bi vî rengî li Bexdayê girîng e û ewlehî û istiqrarê li Iraqê nîşan dide.

şeşemîn dewra nîşangeha navnetewî ya Pêşe û Berhemên Leşkerî û Berevanîyê li bajarê Bexdayê duh bi amadebûna wezîrê karên hundur ê Iraqê hat vekirinê û Îran yek ji wan welatan e ku jibo sala duyem bi dû hev li vê nîşangehê pişkdarîyê dike (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu