CîhanEfrîqaEwropaMafên MirovanRojhilatanavin

NY: Li Deryaya Spî keştî binav bû 250 kes mirin

Komîseriya Bilinda Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) di daxuyaniya xwe de ragihand ku roja yekşemê li qeraxa Libyayê keştiyek binav bû û 163 kes têde bûn, he jî windayîne û dibe miribin.

Li gorî daxuyaniya UNHCReyê ji keştiya binabûyî yek jê jin 6 mêr bi temamî 7 kes ji terefê tîmên ewlehî yên qeraxê ve hatine rizgarkirin.

Ji aliyê din ve di dirêjiya daxuyaniyê de hat gotin ku boteke din jî li qeraxên Sicilyayê binav bû, di botê de 132 kes hebûn û ji wan tenê 50 kes hatin rizgarkirin.

Herwiha li gorî doneyên Komîseriya Bilind a Penaberan hezar û 300 kesê ku ji Efrîqeya Bakur xwestin derbasî Ewropayê bibin di Deryaya Spî de winda bûn û hê jî windayî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu