ÎranNûçeRojhilatanavin

Ceribandina mûşekî ya Îranê tu peywendiyek bi rêketina navokî nîne

Birêveberê giştî yê siyasî û ewlehiya navnetewî yê wezareta karên derve yê Îranê got: Ceribandina mûşekî ya Îranê tu peywendiyek bi rêketina navokî nîne.

Li gor rapora ajansa Mêhr News’ê, Hemîd Beyîdînijad birêveberê giştî yê siyasî û ewlehiya navnetewî yê wezareta karên derve yê Îranê li gotarekî xwe da destnîşan kir; çaxê Amerîka nekarî Konseya Ewlehiya îqna bike ku bernama mûşekî ya Îranê mehkûm bike neçar ma ku çend kompaniyên îranî û yên biyanî ji wan du kompaniyên Ingilîzî boykot bike.

birêveberê giştî yê siyasî û ewlehiya navnetewî yê wezareta karên derve yê Îranê bal kişande ser boykotên mûşekî yên nûye Îranê ji aliyê Amerîka û got: Hema amerîkî bi xwe jî dizanin ku ev boykotên nû yên dijî Îranê curek teblîqat û propagandene û tu tesîrek li ser bernama mûşekî ya Îranê tune.

Wî destnîşan kir ku kompaniyên îranî û amerîkî tu peywendiyek bi hevra tune ku ewna bikaribin hisabên bankî yên kompaniyên îranî girê bidin.

birêveberê giştî yê siyasî û ewlehiya navnetewî yê wezareta karên derve yê Îranê destnîşan kir; Wisa ku berpirsên Komara islamî ya Îranê jî ragihandin, Îran hema bi hêz û qawet dewamê dide bernama mûşekî yê xwe.

Caş Êerêst berdevkê Kûşka Sipî roja çarşemê ji îcrakirina boykotên nû dijî bernama mûşekî yê Îranê xeber da.

Sipaha Pasdarên Komara islamî ya Îranê vê dûmahîkê li çarçîva qahîmkirina sîstema berevaniya ji welêt mûşeka Îqteddara Welayet û çend mûşekên dine Balîstîk ceribandin . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu