AborîCîhanEfrîqaEwropaMafên MirovanNûçe

Çermsipî masiyên para xelkê Afrîkayê dixwin

Xelkê Tanzanyayê her çiqasî welatê wan li peravên Deryaya Hindê ye jî ji 3 paya kêmtirî dinyayê masiya digirin û dixwin.

Li Deryaya Hindê peravên Tanzanyayê hezar û 424 kîlomêtro ye û li welêt golên mezin ên bi navê Viktorya û Tanganîkayê hene, lê dîsa jî xelk ji masiyan mehrûm dimîne.

Li dinyayê salane serê kesekî 20 kîlogram masî dikeve û ev rêje li Tanzanyayê 7 kîlogram e.

Li Tanzanyayê xelk bi kelek û rêbazên berê yên bav û kalan ji gol û deryayê masiyan digire û qederê 2 milyon kes debara xwe bi masîgiriyê dike.

Li gor masîgirên ji Tanzanyayê şirketên biyanî li gol û deryayê masiyan digirin, loma jî masî kêm bûne.

Masîgir diyar dikin ku biyanî bi keştiyên mezin masiyan digirin û loma jî ji xelkê Tanzanyayê ra masî namîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu