ÎranNûçeRojhilatanavin

Rawêjkarîyên alîkarên wezîrên karên derve yên Iran û Ûrsêtê li bara civîna Astanê

Alîkarên wezîrên karên derve yên Iran û Ûrsêtê li gotûbêja têlêfonî li bara alûgurên herî dawîyê yên têkildarî civîna Astanê ku biryar e li bara Sûrîyê were lidarxistinê, rawêjkarî kirin.

Hisên Cabirîyê Ensarî alîkarê beşa erebî û afrîqî ya wezareta karên derve ya Îranê îro li gotûbêja têlêfonî ligel Mîxayîl Bogdanof alîkarê wezîrê karên derve yê Ûrsêtê ser vîyana her du welatan jibo têkoşîna li hemberî têrorîsmê, çareserkirina sîyasî ya qeyrana Sûrîyê û pêkanîna istiqrarê li vî welatî sekinîn.

Muzakirên aştîya Sûrîyê bi mazûvanîya Qezaqistanê yê di 23 û 24`ê Çilê li bajarê Astane paytexta vî welatî bên lidarxistinê.

Armanca vê civînê dabînkirina amadekarîyên rêçareya sîyasî ya qeyrana Sûrîyê bi rêka gotûbêjên cidî di navbera dewleta Same û neyarên wê da ye.

Cabirîyê Ensarî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê jî şeva buhurî bi rêya telefonê bi Remzî Izedîn Remzî alîkarê nunerê taybet ê sêkrêtêrê giştî yê NY li karên Sûrîyê ra ku serokatîya desteya vê sazîyê li civîna Astanê dike, li bara alûgurên herî dawîyê yên civîna Astanê rawêjkarî kir.

Cabirîyê Ensarî di eynî demî da bi rêya telefonê ligel Feysel Miqdad cîgirê wezîrê karên derve yê Sûrîyê ra li bara alûgurên herî dawîyê yên sîyasî yên çareserkirina qeyrana vî welatî gotpûbêj kir (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu