ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf gihêşte Hilsîngiyê paytexta Fenlandê

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê piştî hevdîtina tev karbidestên Plonyayê û li dewama sefera xwe dewreyî bo Ewrûpa duh duşemê gihêşte Fenlandê.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA’yê, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê piştî gihiştina Hilsîngiyê li gotûbêja tev nûçegihanan got: Pêwîst e ku li Kendava Farsê civata gotûbêjên navçeyî pêk were.

Zerîf herwisa bal kişande ser bernama gotûbêjên siyasî li vê dûmahîkê ji ber xebata dewleta Fenlandê û ji ber pêşniyara berê yê Îranê destpê bûye û got: Eva mecalekî başe bona pêkanîna civata gotûbêjên navçeyî li Kendava Farsê û pêwîst e li vê barê pirtir bê axivtin.

Wî bal kişande ser hedefa sefera xwe ya bo Fenlandê û got: Hedefa sereke berfireh kirina hevkariyên abûrî di naavbera du welatane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu