ÎranNûçeRojhilatanavin

Cewad Zerîf: Îran ji Lihevkirina Atomî dernakeve

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di dema gihîştina bo Moskovayê tevî pêgiriya li ser vêya ku kiryarên ku Amerîkayê di heyama yek sala bihurî da bi tabet pêş û piştî derketin aji Lihevkirina Atomî cih anîne, jibo rawestandina dewama xebata vê lihevkirina navneteweyî bûye, got: Îranê bi agahiya li ser vê siyaseta Amerîkayê, heta niha bi ser hemdê xwe bûn û sebir û hedara stratejîk tevgeriyaye, lê mixabin ku Yekîtiya Ewropayê û endamên din ên civata navneteweyî, nekarîne ku li hemberî zext û zorên Amerrîkayê li ber xwe bidin.

Zerîf her wiha got: Li ser vê esasê Îranê baştir zanî ku hin soz û kiryarên ku bi awayê xwebexş di warê Lihevkirina Atomî da pêk dianî, carê cih neyne,.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku ev maf jibo Komara Îslamî ya Îranê di warê Lihevkirina Atomî hatiye berçavgirtin, got: bendên 26 û 36 ên Lihevkirina Atomî vê desthilatê dide Îran û helbet welatên din ên wajokerê Lihevkirina Atomî ku eger welatekî sozên xwe cih neanîn, ew jî sozên xwe bi awayê pişkî an giştî cih neyne.

Zerîf tevî amajeya bi vêya ku Îran niha di çarçova Lihevkirina Atomî da tevdigere, her wiha got: Ev derfetek e jibo endamên din ku kiryarên lazim cih bînin, ne ku tenê daxûyaniyan bidin.

Zerîf her wiha got ku çûyîna wî bo Moskovayê jibo gotûbêja di vî warî û mijarên dualî, navçeyî û navneteweyî digel Sêrgêyî Lavrofê wezîrê karên derve yê Rûsiyê ye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vêya ku Têhran û Moskova her du jî li dijî siyasetên yekalîtîşopî ya Amerîkayê ne, got: Yekem gotûbêja fermî ya Îranê hevdem digel kiryarên ku Îranê di salroja derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Atomêpêk tîne, dê digel Rûsiyê be.

Başa dön tuşu