ÎranNûçePakîstanRojhilatanavin

Cewad Zerîf: Îran û Pakistan ji bo azadkirina sînorvanên revandî yên îranî dixebitin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê dema gihîştina bo Îslam Avaya paytexta Pakistanê got: Pakistaniyan ji bo azadkirina sînorvanên revandî yên îranî li nuxteya sifir a sînorî ji aliyê têrorîstan va soz dane.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf berbanga roja Çarşemiyê dema gihîştina bo Îslam Avaya paytexta Pakistanê li nav koma nûçegihanan derbarê dawîn pêvajoya şopandina azadkirina sînorvanên îranî yên revandî li nuxteya sifir a sînorî li navçeya Mîrcaweyê li başûrê rojhilata Îranê her wiha got: Rayedarên pakistanî soz dane ku dewleta vî welatî dê hemî hewila xwe ji bo azadkirina wan ji destê têrorîstan pêk bîne.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê tevî ravekirina armanca sefera xwe bo pakistanê, got: Îran û Pakistan du cînarên gellek baş in û pêwendiya Têhranê bi vî welatî ra baş e.

Mihemed Cewad Zerîf her wiha got: Pêwîst e bi rayedarên pakistanî gotûbêjên berdewam ji bo azadkirina sînorvanên revandî yên îranî pêk bên da ku ewna vegerin Îranê.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê berbanga Çarşemiyê di serê desteyeka siyasî û leşkerî gihîşte baregeha hewayî ya Nşûrxana Îslam Avayê û ji aliyê Mêhdî Hubnerdost, balyozê Komara Îslamî ya Îranê li pakistanê, komek ji berpisên balyozxaneyê û berpirsekî Wezareta Karên derve ya Pakistanê va hat pêşwazîkirin.

Şeva 15ê Cotmehê 12 sînorvanên îranî ku li nuxteya sifir a sînorî li navçeya Mîrcaweyê li başûrê rojhilata Îranê bi cih bûbûn, ji aliyê komên Dijî Înqilabê va hatin dîlgirtin û bo nav axa Pakistanê hatin veguhestin.

Başa dön tuşu