IraqNûçeRojhilatanavin

Cêyş El Necba: Bila Amerîka ji operasiyona azadkirina Mûsilê were avêtin

Bereya Cêyş El Necba ya Iraqê daxwaza wêdadayîna Amerîkayê ji operasiyona azadkirina Mûsilê kir.

Sekretirê giştî yê Bereya  Cêyş El Necba ya Iraqê a bilî ragihandina vê yekê ku Amerîka bûye sebeb ku serketina li Mûsilê paşda bikeve daxwaza  wêdadana Amerîka ji operasiyona azadkirina Mûsilê kir.

Niha kifş bûye ku operasiyona azadiya Mûsilê heta kutahiya sala 2016 sernakeve û dê li sdala nû jî bê domandin.

Eva du mehin ku ji operasiyona azadkirina Mûsilê derbas dibe.

Heta niha Donald Trump serokkomarê bijartî yê Amerîka û tîmê wî yê siyasî li bara Iraqê tu pêşniyarek nedane, her çend wisa ku Ekrem El-Keibî sekretirê giştî yê bereya Bereya Cêyşul-Necba ragihandiye ku hizûra Amerîka li operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê bûye sebeba dirêjbûna vê operasiyonê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu