NûçeÎranRojhilatanavin

Cezayên nû yên Amerîkayê li ser Îranê

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê êvara Sêşemê ragihand ku wan toleyên nû li dijî Îranê ragihandine.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku wan “Şîrketa Lêkolînên Pîşesaziya Hewayî ya Şehîd” xistiye lîsteya cezayan.Wezareta Xezînedariya Amerîkayê îdia kir ku kompaniya Îranî bi hinceta ku bi berhemanîn û şandina firokeyên bê firokevan ên Îranê bo Rûsyayê ve girêdayî ye, ketiye lîsteya cezayan.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê jî ragihand ku wan kompaniya Rûsî “Wagner” û hêzên esmanî yên Pasdarên Şoreşa Îranê û Pîşesaziya Asmanî ya Qudsê ceza kirine.Li gorî daxuyaniya vê saziya Amerîkî, navên du welatiyên Rûs jî ku bi îdiaya rola wan di gihandina firokeyên bêpîlot ên Îranê bo Wagner de hebûye, ketiye lîsteya reş.

Di demekê de ku Tehran van îdiayên Amerîka red dike, welatên rojavayî yên bi pêşengiya Amerîka bi mehan e derbarê şerê Ukraynayê de îdiayên dijî Îranê derdixin. Amerîka pêşî îdia kir ku Îranê firokeyên bê firokevan şandine Rûsyayê û piştre jî pêşniyara şandina mûşekên erd-erd ji Îranê bo Rûsyayê da ku di vî şerî de bên bikaranîn.

Başa dön tuşu