EfrîqaEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Cezayîr, ji Fransayê tasên seriyên bapîrên xwe xwest

Mehek berê di seredana serokê Fransayê Emmanuel Macron bo Cezayîrê, Macron ragihandibû eger bixwazin wê seriyên Cezayîriyan yên ku di salên 1960an de li hemberê Fransayê serî hildane û serên wan ji aliyê Fransizan de hatine jêkirin bidin Cezayîriyan.

Niha wan seriyên ku di muzeyeka Fransayê de dihatin pêşandan ji aliye Cezayîrê ve bi fermî hatin xwestin. Di nava daxwazan de arşîva Cezayîrê jî heye.

Li gor ajansa Cezayîrê APS ê; wezîrê karê derve yê Cezayirê Abdlqadir el-Mesahil, ji balyozê Parîsê yê Cezayîrê daxwaz kiriye ku daxwaza wan seriyan û arşîva netewî ji Fransayê bike.

Balyozê Parîsê yê Cezayîrê Abdulkadir Mesduva, mijarê bo wezîrê karê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian re bi fermî ragihandiye.

Tv ya Fransayê 24 di rapora xwe ya cotmeha sala borî de ragihandibû ku di ‘muze ya mirovan ya Parîsê’ de 18 hezar tasên seriyan hene û ji wan yên 500 kesan hatine tesbîtkirin. Ji wan 37 serî yên mezinên berxwedêrên Cezayîrê ne ku di qirna 19an de, dema Cezayîrê îşxal kirine, van mezinan kuştine û serê wan anîne Parîsê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu