IraqNûçeRojhilatanavin

Cîgirê Serokê Perlemantoya Iraqê serdana Giwêrê kir

Îro duşemê Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Dr.Beşîr Hedad serdana nahiyeya Giwêrê kir û ligel xelkê civiya. Guh da daxwazên xelkê û aşkere kir ku wê daxwazên xelkê bigihînê hikûmeta Iraqê.

Nûsîngeha Cigirê Serokê Parlementoya Iraqê Dr.Beşîr Hedad daxuyaniyek belav kiriye. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ji bûdçeya parêzgeha Nînowa 5 milyar dînar wê ji bo rêya Hewlêr û Giwêrê bê terxankirin. Herwiha amaje bi wê yekê jî hatiye kirin wê caddeya mezin a nahiyeya Giwêrê jî bi wî pereyî bê nûjenkirin.

Herwiha Dr. Beşîr Hedad aşkere jî kiriye wê peywendiyê bi berpirsên Herêma Kurdistanê û Iraqê ra bike jibo cîbicîkirina xizmetgûzariyê li nahiyeya Giwêrê.

Herwiha Rêveberê Nahiyeya Giwêrê Mesûd Nûrî spasiya Dr. Beşîr Hedad kir bo serdana wî ya Giwêrê û da zanîn ku parêzgariya Nînowa ti xizmet bo nahiyeya Gwêrê nekiriye û ew xizmeta bo Giwêrê hatiye kirin Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Hewlêrê kiriye.

Başa dön tuşu