IraqNûçeRojhilatanavin

Cîgirê yekem ê emîrê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebûbekir Bexdadî Ebû Ebdulrehmen li Mûsilê hat kuştin

Fermandarê Polîsên Navendî Raid Şakir Cewdet di daxuyaniyekê de ragehand ku Asayîşa Navendî di operasyoneke hewayî de cîgirê yekem ê berpirsê rêxistina DAIŞê Ebubekir Bexdadî li taxa El-Zencîlî li bajarê Mûsilê kuştin. Cewdet da zanîn ku alîkarê yekem yê berpirsê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebubekir Bexdadî bi navê Ebu Ebdulrehman bû, di baregera xwe de ji aliyên polîsên navendî ve hate kuştin.

Raid Şakir Cewdet ragihand ku moşekên polîsên Iraqî berî niha teroristê bi navê Ebu Welîd El-Tûnisî û çar alîkarên wî di operasyonekê de kirin armanc û kuştin. Serkirdeyekî rûsî jî bi navê Ebu Mariya di operasyonekê de li navçeya Reis El-Cade hate kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu