AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Cîhangîrî: Amerîkayê jiyana xelkê Îranê kiriye hedef

Alîkarê yekim ê serokê Komara Îslamî ya Îranê, hedefa dijminên netewê Îranê ji bikaranîna boykotan çêkirina alozî û şeperzetiyê li kirîna kelûpelan ji welatên biyanî da zanîn û got: Amerîkî dixwazin bi bikaranîna boykotan li dij çavkaniyên sereke yên abora Îranê, tengasiyê ji bo xelkê Îranê çêke, lê qet nikarin bigihêjin vê hedefa xwe.

Alîkarê yekim ê serokê Komara Îslamî ya Îranê Îshaq Cîhangîrî li hevdîtina bi komek ji birêvebirên gemîvaniya Komara Îslamî ya Îranê re got: Hedefa herî sereke ya amerîkiyan danîna berbendan li ser riya derkirîna Îranê bi taybet kirîna madên sereke û despêkê û kelûpelên bingehîn ên xelkê û girtina riya vê ticaretê ye.

Alîkarê yekim ê serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha bal kişand ser hewldanên Amerîkayê ji bo rawestandina îxracata nifta Îranê û got: Amerîkiyan werdifikirîn ku dikarin îxracata nifta Îranê bigihînin sifirê, lê ew pêhesiyan nikarin vî karî bikin.

Cihangîrî di vê çarçovê de got: Îranê heya niha kariye qasî ku pê hewce ye niftê bifiroşe .

Cîhangîrî herwiha bal kişand ser derfirotina (îxracata) kelûpelên neneftî yên Îranê û got: Derheta firotina van kelûpelan ew qas e ku em dikarin pê welêt birêve biben.

Başa dön tuşu