Alîkarê ewil ê serokê Komara îslamî ya Îranê got ku mudaxile û bêsoziya emerîkiyan li dijî rêketinama navokî li dijî gotûbêj û hevkariyên navneteweyî ye.
Îshaq Cihangîrî, alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê roja yekşemiyê li civînekê li Têhranê got rêketinama navokî hasilê gotûbêjên berdewam û giran ên Îranê tev 6 hêzxurtên cîhanê ye û li asta navneteweyî jî ji laiyê Konseya Ewlehiyê ya NY û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê û YE ve hatiye pejirandin û bêsoziya Emerîkayê li cihanîna rêketinama navokî bi tenê dijberiya tev gel û dewleta Îranê nîne.
Îshaq Cihangîrî destnîşan kir Emerîka dijminatiya dirêj û karnameyeke reş li kiryara xwe tev gelê Îranê heye û biryara çawaniya rawestana li ber kiryara Waşengtonê li dijî rêketinama navokî divê nav Îranê li asta saziyên fermî were dayîn.
Sinaya Emerîkayê pênşemiya buhurî pêşniyarqanûna meclîsa nunerên Emerîkayê derheq dirêjkirina deh salî ya qanûna boykota Îranê nasiayr bi ISAyê bi 99 dengên Erê û bêyî tu dengeke Na pejirand û bi vî awayî kongira Emerîkayê dengê xwe da dewama boykotên îranê heya dawiya sala 2026an. (BANGÊ ÎSLÂMİ)