NûçeRojhilatanavin

Cihangîrî: firotina nifta Îranê dê bigihîje du mîlyon bermîl di rojê de

Alîkarê yekem ê serokê Komara Îslamiya Îranê got: Firotina nifta Îranê, di bihara dahatî dê bigihîje du mîlyon bermîl di rojê de.

Li gorî rapora IRNA`yê, Ishaq Cihangîrî, alîkarê yekem ê serokê Komara Îslamiya Îranê, roja pêncşemiyê li rê û risma behrewergirtina ji bendav û hêzgeha Semîrê li rojavayê Îranê, pêgîrî kir: Firotina nifta Îranê ji yek mîlyon bermîlî gihîştiye yek mîlyon û 400 hezar bermîl di rojê de ku heya bihara dahatî dê du mîlyon bermîl zêde bibe.

Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamiya îranê li ser vê yekê ku hêvî û baweriya xelkê, sermayeya herî mezin a welatekê ye pêgîrî kir û herwiha got: Ev sermayeya civakî, 26`ê Sibatê, bi beşdariya bi coş û berfireh a xelkê Îranê ya li hilbijartinên Meclisa Şêwra Îslamî û Meclisa Şarezayên Rêberiyê, dubare bû. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu