İslami Davet Kurdi Bange İslami

Cîhangîrî: Îran amadeye tev federasiyona navnetewî ya Xaca Sor hevkariyê bike

Alîkarê serokkomarê Îranê got: Federasiyona navnetewî ya cemaeta Xaca Sor li kiryarên mirovdostane pêsparteyekî giran heye û Îran amade ye hevkariyên navçeyî û navnetewî berfirehtir bike.

Îshaq Cîhangîrî alîkarê serokkomarê Îranê li hevdîtina tev Françisko Roka serokê Federasiyona navnetewî ya cemaeta Xaca Sor li Têhranê bal kişande ser rewşa hestyare navçê û destnîşan kir: Mixabin li çend dehekên bihurî şerên mezin li navça Rojhilata Navîn qewimiye ji wan hizûra Amerîka li Efxanistanê, şerê Iraqê û Kuwêyîtê, êrişa Amerîka ser Iraqê ku desthata van şeran hatina awareyan bo Îranê bûye.

Alîkarê serokkomarê Îranê bal kişande ser hewcetiya lezgîne xelkê Sûriyê bi alîkariyên xwarekî, dewa-dermanî û mirovî û got: Mixabin welatên serdest li dewsa alîkariya ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê ji riya dîplomatîk, bi mihaneyên curbicur êrişî ser dewlet û artêşa vî welatî dikin.

Cîhangîrî bal kişande ser rewşa xirabe gelê Yemenê jî û got: Xaca Sor a Îranê ji ber rewşa nihaye navçê amade ye alîkariya xelkê Yemenê û welatên dine navçê ku li wan welatan şer û gêre û kêşe heye bike.

Françisko Roka serokê Federasiyona navnetewî ya cemaeta Xaca Sor jî li vê hevdîtinê, amadebûna Xaca Sor a îranê , îmkanên ber destê wan û soz û qirarên hêzên Xaca Sor a îranê bona gihandina alîkariyên mirovdostane baş nirixand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version