ÎranNûçeRojhilatanavin

Cîhangîrî: Planên Rejîma Siyonîstî û welatên neberaqil yên navçê dijî Têhranê bona ku Îranê têxin nav şer û pevçûnekê, gumaneke şaş e

Alîkarê serokkomarê Îranê ragihand ku planên Rejîma Siyonîstî û welatên neberaqil yên navçê dijî Têhranê bona ku Îranê têxin nav şer û pevçûnekê, gumaneke şaş e.

Îshaq Cîhangîrî alîkarê serokkomarê Îranê îro şemiyê li civîna heftan a nûnerên odeya sinfên Îranê li Têhranê ragihand: Ewlehiya gelê Îranê ji gelê Îranê bi xwe, dîrok û siyaseta vî welatî çavkanî digire.

Cîhangîrî destnîşan kir; Hindek ji welatên navçê li civîna serokên Konseya Hevkariya Kendava Farsê li Menamê Têrêza Mêy serokwezîra Ingilîzê vexwendine ta ku ew dijî Îranê biaxive û ev kara nîşana rezîltiya wan bû.

Alîkarê serokkomarê Îranê destnîşan kir; Komara Îslamî ya Îranê welatekî bi hêz û qawet e û li ser rûdawên navçê jî bibandor e.

Pêştir Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê jî li bara gotinên dijî Îranê yên serokwezîra Ingilîzê gotibû; Welatên ku xwe têkelî nav karûbarên welatan dikin, sebebkarê bêewlehî, şer, zêdegavî û têrorîsmê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu