Cihanîna beşa duyem a danûstandina hêsîran di navbera Hizbullah û Cebheya Nusreyê bi çavdêriya Ewlehiya Gelemperî ya Libnanê dest pê bû
Li gorî rapora Fars News`ê, beşa ragihandinê anku El Ilam El Herbiyê roja Duşemiyê ragihand ku cihanîna beşa duyem a danûstandina hêsîran di navbera Hizbullah û Cebheya Nusreyê bi çavdêriya Ewlehiya Gelemperî ya Libnanê dest pê bû.
Qonaxa yekem a vê lihevkirinê yekşemiyê anku duh cih hat û meytê 5 şehîdên Berxwedanê digel laşê 9 têrorîstên Cebheya Nusreyê hatin cîbicîkirin.
Qonaxa duyem a lihevkirinê derketina têrorîstên Cebheya Nusreyê û malbatên wan – ku derdora 9 hezar kesî ne – ji “Wadî Hemîd û El Melahiyê“ digire ber xwe û li berdêla wê dê hêsîrên Bexrwedanê bên berdan.
Bi vê mebestê 150 Otobûs li Felîteyê li Qelemûna rojavayî amade bûne da ku karê veguhestina têrorîstên Cebheya Nusreyê pêk bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)