AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Cihanîna ji sedî 80`yê peymanên firotina nifta Îranê bo Ewropayê

Rêvebirê karên navnetewî yê şîrketa netewî ya nifta Îranê ragihand ku ji sedî 80`yê peymanên firotina niftê bo bazarên Ewropayê cih hatine.

Muhsin Qemserî rêvebirê karên navnetewî yê şîrkerta netewî ya nifta Îranê îro li gotûbêja ligel şebekeya ragihandinê ya nift û enerjiya Îranê (ŞANA) her wiha got: Ji sedî 80`yê peymanên 600 heta 700 hezar bermîlî yên di rojê da yên Îranê ligel şîrketên ewropî cih hatine û muzakireyên ligel kompaniyên mezin jibo firotina niftê didomin.

Qemserî her wiha got: Muzakireyên ligel şîrketa niftê ya Şêl (Shell) a Ingilîzê jî jibo firotina nifta xav didomin û vê şîrketê bareek nifta Îranê wergirtiye.

Rêvebirê karên navnetewî yê şîrketa netewî ya nifta Îranê her wiha got: Îranê peymanên firotina niftê ligel şîrketên Saras û Îplem ên Îtaliyayê, Rêspol a Ispaniyayê û Hêlînk a Yûnanê wajo kirine û van kompaniyana nifta pêwîst a xav ji Îranê wergirtine.

Îranê piştî rakirina boykotan di meha Çileya sala 2016`an da hewl daye pişka xwe ya niftê li bazarên cîhanê carek din bi dest bixe û ji wê demê va kariye ku ixracata nifta xwe bigihîne duberanberî.

Ixracata nifta Îranê niha zêde ji 2 milyon bermîlî di rojê da ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu